Li heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Îlamî siza bi ser de hate sepandin, her li Îlamê yekî dine jî hate girtin û çarenivîsa yek din jî nexûyaye.
Li Mihabadê Îdareya Îtilaata rejîmê welatiyek destbiser kir.
Li Kamêranê werzişvanek çendîn caran bo navendên tepeserkare rêjîmê hate gazîkirin.
Li gorî raporta Hengawê, Mîlad Esedî, xelkê Serteng ê ser bi bajarê Bedre a Parêzgeha Îlamê û ji girtiyên nerizatiya Befranbara sala derbasbûyî, ji aliyê dadgeha Înqilaba rejîmê ve li Îlamê, sizaya 2 sal û 6 meh girtinê bi ser de hate sepandin.
Herwisa li gorî raporta Rêkxirava Mafê Mirov a Kurdpayê, Şerîf Aşnab, xelkê Melekşayî ya îlamê, roja Çarşemî 8ê Rezbara 1405an, ji aliyê hêzên tepeserker ên rejîmê ve bi bê belgeya yasayî, bi lêdan û tundûtîjiyê hate girtin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.
Li gorî raporta Hengawê, Îsmaîl Sofî Mîne, welatiyê temen 54 salî xelkê Mihabadê, li encama êrîşa hêzên Îdareya Îtilaata rejîmê bo ser mala xwe hate girtin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.
Li gorî raporta Kurdpayê, Sîna Perwîzî, 38 salî û xelkê gungê (Ellk) ser bi Kamêranê ku werzişvan û rahênerê leşciwaniyê bûye, çendîn caran bo îdareya Îtilaata rejîmê li Kamêranê hatiye gazîkirin û givaş xistine ser.
Herwisa bi derbasbûna 2 roj bi ser girtina Îrfan Keremûweysî, ê 19 salî û xelkê gungê Pakill Giraw, ê ser bi bajarê Bedre li parêzgeha Îlamê, tu zaniyariyek li warê çarenivîs û cihê ragirtina wî li ber dest de nîne.
Gorî Kurdpayê Muhsin Mewlûdpûr, lîstikvan û rahênerê qutabxana Futbolê, xelkê bajarê Şinoyê, ev 3 roje ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ye rêjîmê ve hatiye girtin û heya niha jî li derheq sedema girtina wî û cihê ragirtin û qedera wî ti zaniyariyek li ber dest nine.