Rêveberê Giştî yê Pizîşka Dadwerî yê rejîmê li parêzgeha Urmiyê ragihand ku di şeş mehên yekem yên vê salê de 656 Kedkar li vê parêzgehê ji ber bûyerên kar birîndar bûne. Li gorî gotina wî, 636 kes ji birîndaran mêr û 20 kes jî jin bûne.
Ajansa nûçeyan a “Hêran” pêka gotina Mûsa Edîbfer, Rêveberê Giştî ya Pizîşkê Dadwerî yê rejîmê, ragihand ku di şeş mehên yekem yên vê salê de 656 Kedkar li parêzgeha Urmiyê ji ber bûyerên kar li cihê kar birîndar bûne.
Di vê raporê de hûrguliyên din, ku di wê heyamê de ji ber bûyera kar çend ji wab birîndaran jiyana xwe ji dest dane, nehatine eşkerekirin.
Li gorî rapora Roja Cîhanî ya Karkeran ku ji aliyê Navenda Amar, Belavkirin û Pêşxistina Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan li Îranê ve hatiye weşandin, ji 11ê Banemera îsal heta 8ê Banemera 1405an, herî kêm 5 hezar û 19 Kedkar ji ber bûyera kar cane xwe ji dest dane an jî birîndar bûne.
Piraniya kedkarên Îranê di şert û mercên nebûna ewlehiya pîşeyî û nebûna bîmeyan de dixebitin. Kêmbûna çavdêrên kar û lawaziya binesaziyên ewlehiyê, ji wan sedemane ku Kedkaran digel astengiyên gelek giran rû bi rû dike.