Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişdariya Raportorê Neteweyên Yekbûyî: Zêdetirî 100 girtî di bin metirsiya darvekirinê de ne

12:53 - 20 Çirriya pêşîn 2026

“Leopoldo Maldonado Gutierrez”, raportorê taybet yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, nîgeraniya xwe li derheq asta bilind a darvekirinên siyasî li Îranê anî ziman û ragihand ku zêdetirî 100 girtiyan di metirsiya darvekirinê de ne.

Li gorî daxuyaniya vî raportorê Neteweyên Yekbûyî, Saziya Lêborîna Navneteweyî di sala 2025an de herî kêm 2 hezar û 159 bûyerên darvekirinê li Îranê de tomarkiriye; ev jî bilindtirîn rêjeye salane ye ji sala 1981an ve.

Wî herwisa destnîşan kir ku di sala 2026an de herî kêm 34 kesên girêdayî xwepêşandanên meha Befranbarê hatine darvekirin. Ji destpêka meha Xakelêweya îsalê ve jî herî kêm 46 girtiyên siyasî û nerazî hatine darvekirin. Û 37 kes ji wan kesan bûne ku di xwepêşandanan de hatibûne binçavkirin, 9 kesên din jî bi tohmeta pêwendîdar bi alî û rêxistinên dijberên rejîma Komara Îslamî, cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.

Navbirî bi bîranîna tawan û komkujiyên salên 60an, bi taybetî sala 1367an ku di wê de 30 hezar girtiyên siyasî

hatin darvekirin, daxwaz kir ku ceza darvekirinê bêyî derengî bê betal kirin.

Wî ji bo piştgirîkirina kampîna “Sêşemiyên Na Ji bo Darvekirinê ” ragihand ku ji nîvê şeva Sêşemê, 28ê Rezberê, greva 24 demjimêrî dest pê dike.

Rejîma Komara Îslamî ku di bersivdana daxwazên xelkê de bêçare maye,  darvekirinê wekî amûrekê ji bo belavkirina tirsê û serkutkirina dijberên xwe yên siyasî bi kar tîne.