Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qeyrana destnekevtina Ensolîna Rêgolar li Îranê gelek metirsîdar e

13:54 - 20 Çirriya pêşîn 2026

Pêka raoprên belavbûyî, nexweşên diyabêtî li Îranê de tûşî pirsgirêkeke gelek metrirsîdar bûne û dermanê hestiyar ê Ensolîna Rêgolar dest nakeve û heta li dermanxaneyên heyva sor de jî nemane û ev yek li ser tenduristiya nexweşên diyabêtî metirsiyekî gefek micid e.

Derziyên Ensûlîna Rêgular, li diyabêtên cura 1, cura 2 û diyabêta ducaniyê de têne bikaranîn û karlêkeriya lezgîn hene û bo nexweşên diyabêtî, giringiyeke gelek hestiyar hene û destnekevtina vê, metirsiyek micid li ser can û tenduristiya nexweşên diyabêtî ye.

Nexweşên diyabêtî tuşî nigeraniyek micid bûne û wezareta tenduristî û saziya xawrin û derman a rêjîmê heta niha ti bersivek bi vê qeyranê nedane û ti hewlek bo dabînkirina vê dermanê hestiyar jî nedane.

Rêjîma Îranê destnekevtina dermanan bi dorpêçan ve girê dide lê li rastiyê de hawirdekirin û kirîna dermanan li derveyî Îranê ti sînor û astengiyek bo rêjîma Îranê nîne û rêjîm, gendelî, xemsarî û neşiayna xwe li dabînkirina dermanên hewce dêxin stuyê dorpêçan û ti giringiyekê nadin can û tenduristiya xelkê Îranê.