Tahir Ebdullahî, berpirsê şirketa balafirên rêvîngî ya Homa ya ser bi rêjîmê li civîneke rojnamevaniyê de îtiraf kir ku li Îranê de li derdora 130 heta 140 balafirên rêvîngiyên amade hebûn ku şiyana firînê hebûne û li şerê Amerîka û îsraîlê digel rêjîmê de zêdetir ji 40 ji wan balafirên amade jinav çone.
Herwisa navbirî gotiye ku veguhastina esmanî ya Îranê hewcehî bi hezar balafirên rêvîngî hene lê bi tenê li derdora 300 balafir hebûne û li vî şerî de 70 heta 80 balafir bûne armanc.
Tevî ku navbirî bi serastî rêjeya balafirên jinavçoyî neragihandiye, ti îşareyek bi bikaranîna balafirên rêvîngî bo veguhastina hêz, cebilxane û alîkariyên malî bo milîsan û alîkardan bi terorîzma navnetewî nekriye, lê gotiye ku Îsraîlê balafir bi awayek dikirine armanc ku bi tevavî ji nav herin û neyêne nûjenkirin.
Amara serast a xisarên pêketî bi balafirên rêvîngiyên li Îranê û herwisa rêjeya jinavçona wan balafiran, nehatiye zanîn.