Artêşa Îsraîlê bi belavkirina wêneyên esmanî ragihandiye ku betalkirina enbareke cebilxaneya Hizbullahê li bajarê Kefrayê li başûrê Lubnanê de tomar kirine ku dide xuya berî bi armancgirtina kamiyoneke hilgirê vê cebilxaneyê, hizbullah mijûlê veguhastina çekan ji vê enbarê bûne û artêşa Lubnanê li vê derheqê de xemsarî kiriye û digel Hizbullahê hevkarî kirine.
Artêşa Îsraîlê gotiye ku Artêşa Lubnanê li sala 2025ê de îdiaya paqijkirina vê deverê kiribû lê karên pêwendîdar bi parastin û veguhastina çek û cebilxaneya ji aliyê Hizbullahê ve li vê deverê, her berdewam bûye.
Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku beşek ji hêzên Artêşa Lubnanê digel Hizbullahê hevahengî kirine ku pêvajoya jinavbirina jêrxanên çek û cebilxaneya wan milîsên ser bi rêjîma Îranê tûşî sekinandinan kiriye.
Çavkaniyên serbixwe hêj ev gotinên Artêşa Îsraîlê erê nekirine.