Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li dema şerê digel Îranê ve Berhemanîna neft û gazê li Amerîkayê zêde bûye

14:36 - 20 Çirriya pêşîn 2026

Fayneşnal Taymzê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku berhemanîn û hinardeya neft û gaza Amerîka ji dema destpêbûna şerê li Rojhilata Navîn û daketina hinardeya neft û gaza vê deverê, geşe kiriye û bikirirên wize bo dabînkirina ewleh a Wizeyê, rikeberiyê dikin.

Pêka vê raporê, welatê Kanada li Amerîkaya bakûrî û welatê Birêzîlê li başûr anku Amerîkaya Latîn de zêdetirîn rêjeya berhemanîna neftê li 2 salên dawiyê de hatine tomarkirin.

Pêka datayên şirketa Rîstad Ênêrjî, berhemnaîna neftê li Amerîkaya bakûrî û Amerîkaya Latîn de dê %10 zêdetir dibe.

Li vê raporê de hatiye ku berhemanîna neftê li Amerîkayê rû bi zêdebûnê ve diçe û hinardeya neft û berhemên neftî yên wek Gazoîl bo “Ewropa, Asiya û Oqyanûsiyê”, %15 zêde bûye û li encama êrîşên bo ser jêrxan û gemiyên neftkêş li tengava Hormozê, zêdetir ji 2 milyard bermîl neft ji dest çoye û berdewamiya rewşê li demdirêj de nirxa neft, gaza sirûştî û şil û berhemên vê bilintir kiriye.