Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê biryara herifandina rêjîma Îranê daye

14:39 - 20 Çirriya pêşîn 2026

Binyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîl li hevpeyvîn digel kanala têlêvîzyoniya 14 a Îsraîlê de ragihand ku bi Artêşa Îsraîl û navendên ewlehî bi taybet Saziya Zanyariyên Derve ya Mûsadê ferman daye bo herifandina rêjîma Îslamiya Îranê dest bi kar bibin.

Binyamîn Netanyaho îşare bi helwîsta Donald Trump li derheq rêjîma Îranê kir û ragihand ku Amerîka bi rohnî û eşkere armanca jinavbirina tevav a gefa ser hebûna Îsraîlê ku rêjîma Îranê ye, heye.

Serokwezîrê Îsraîlê gotiye: “Bernameya me bo herifandina rêjîma Îranê gelek berfireh û qahîm e, ev berameya min e, ev fermanek e ku min daye navendên ewlehî û ev yek dê biqewime.

Ji aliyê din ve Pît Heksêt, Wezîrê Şer ê Amerîkayê li roja Duşemî 19ê Çiriya Pêşîn, li serdaneke neragihandî bi Îsraîlê, digel Binyamîn Netanyaho hevdîtin kiriye.

Pêka rapora “Axios” li vê hevdîtinê de li derheq egera destpêkirin a operasiyoneke berfireh a serbazî bi dijî paşmaweyên rêjîma Îranê, gotûbêj kirine.

Li derheq armanca vê serdanê de Amerîka û Îsraîlê ti zanyariye belav nekirine.