Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê careke din bi kêmbûna berçav a asta avê re rû bi rû ye

10:33 - 3 Çirriya pêşîn 2026

Li gorî amaran, qebareya ava gola Urmiyê gihîştiye 2 milyar û 520 milyon metrê duca ku li hemberî 15 roj berê 150 milyon merên duca û li hemberî dawiya bihara îsal nêzîkî 1 milyar û 780 milyon metrên duca kêmtir e.

Di mehên borî de berpirsan zêdebûna demkî ya ava golê ku ji ber baranên demsalî çêbibû, wek başbûna rewşê nîşan didan, Lê belê kêmbûna carekî din a ava vê golê ku ew zêdebûn demkî bûye û nayê wateya vejîna domdar a gola Urmiyê.

Sedemên sereke yên vê kirîzê kêmbûna çavkaniyên avê, bikaranîna zêde ya avên sererdî û binerdî ji bo çandiniyê, guherîna seqayê û bûna bi hilm a zêde ne. Herwisa xemsariya berpirsan û nebûna planên zanistî rewş xirabtir kiriye.

Hişkbûn û kêmbûna ava Gola Urmiyê ku ekosîstemeke pir girîng e, metirsiyên mezin ên jîngehî diafirîne. Kêmbûna avê dibe sedema belavbûna toza xê ku gefê li tenduristî û jiyana aborî ya xelkê herêmê dike. Ji bo rizgar kirina golê, rêvebirina rast a çavkaniyên avê û tedbîrên domdar hewce ne.