Wezareta Şer a Amerîkayê ragihandiye ku gemiya balafirhilgira “USS Theodore Roosevelt” û yekeyek a Hêzên deryayî dişîne Rojhilata Navîn, ev pêngavek e ku bijardeya serbazî ya Donald Tiramp li hember rêjîma Îranê bihêztir dike.
Jerusalem Post li vê derheqê de ragihand ku du berpirsên Amerîkayê li roja Sêşemê de gotine ku gemiya balafirhilgira “USS Theodore Roosevelt” digel çendîn gemiyên şerker û Yekeya 13 a hêza deryayî rû bi Rojhilata Navîn ve diçin û dê heta dawiya meha çiriya Pêşîn anku nêzê heftiyeke din li Rojhilata Navîn de cihgîr bibin.
Hevdem, gemiyên şerker ên girûpa gemiyan a “USS Mackin Island”, û Yekeya 13 a Serbazên Amerîkayê ji binkeya “San Diyêgo” ya Kalîforniyayê bi rê kevtine.
Niha du gemiyên balafirhilgir ên Amerîkayê yên bi navên Corc H. W. Bûş û Corc Waşîngton, li Rojhilata Navîn de ne.