Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Canjidestdan û birîndarbûna 309 kedkaran li 25 rojan de

10:39 - 21 Çirriya pêşîn 2026

Li heyamê 1 heta 25ê meha Rezberê de, aliyê kêm 59 kedkar li rûdawên kar û nebûna ewlehiya kar li seranserê Îranê de canê xwe ji dest dane, 250 kes birîndar bûne û 4 kedkar jî bêserûşûn bûne.

Li gorî raporta nûçegihaniya Hêranayê, li vê heyamî de 64 rûdawên giran ên kar hatine tomarkirin, hiloşîna kanzayan, wergêrana maşîna veguhastina kedkaran, keftin ji bilindahiyan û bînayan re, fetisîna bi gazê û asêbûna di nava emrazên pîşesazî ên kevin li serekîtirîn sedemên wan karesatan bûn.

Herwisa li kerta werzigariyê de, tenê li parêzgeha Hemedanê û li werzê jêkirina gwîzan de, 144 kedkarên werzî bi sedema keftinexiwarê li ser daran birîndar bûn û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Eva jî di demekê de ye ku li parêzgeha Mazenderanê jî amara canjidestadana kedkaran li 5 mehên yekem a Îsal de %31 zêde kiriye.

Karnasên ewlehiya kar tekezî ji vê kirine ku hiloşîna jêrxanan, amêrên kevin, givaşa abûrî û metirsiya derkirin û bêkarî, wa kiriye ku kedkar newêrin daxwaza alavên parastin yan redkirina karê metirsîdar bikin.

Nebûna yasaya pîştgîr, nebûna bîmeya guncaw û kêmterxemiya desithilatdarên rejîmê hember ewlehiya rastîn a jîngeha kar, kedkar li Îranê de xistine ber metirsiya mirina rojane.