Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gera nû ya şerê Yemenê zêdetir ji 250 hezar kesên din jî aware bûn

10:41 - 21 Çirriya pêşîn 2026

Pêka rapora Komîsariyaya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî anku “UNHCR”, hejmara koçberan li Yemenê li berdewamiya şer de gelek zêde bûye û heta 17ê Çiriya Pêşîn, zêdetir ji 250 hezar kes ji Yemenê koçber bûne, ev yek li halekê de ye ku 10 rojan berî higê vê saziyê hejmara koçberan 213 hezar kes ragihandibû.

Bi taybet bajarê mezin ê Te’ezê tûşî gelek xisaran bûye û li hefteyên derbasbûyî de milîsên Hûsî ku ser bi rêjîma Îranê ne, dorpêça xwe ya li ser vê deverê ku heşîmeteke sedan hezarî heye, tundtir kirine û egera qewmîna tirajîdiya ya mirovî heye.

“Axîl Ayêr”, nûnerê Yemenê yê Sendûqa Zarokan a Neteweyên Yekgirtî anku “UNICEF” li Yemenê got: “li dawî şerê heyva Îlonê ve, nêzî 120 hezar kes, ku zêdetir ji nîveya wan ji nû de li Yemenê koçber bûne, bo aliyê Te’ezê ve revîne”.

Stiratêjiya terorîstperwerane a rêjîma Îranê ku girûpa Husiyan bi çek û cebilxane û mûşek û dironan teyar dike û piştewanî dike, wekî Xezê û Lubnanê Yemen jî da kawilkirin.