Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend welatiyên Kurd keftine ber êrîşa navendên tepeserkar ên rejîmê

10:49 - 21 Çirriya pêşîn 2026

Rêkxirava Mafê Mirovî a Kurdpayê ragehand ku êvara roja Duşemî 27ê Rezbera 1405an, Ehed Mîhenxah bo cîbicîkirina sizaya 5 sal girtina ku bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha Navendî a Nexedê hate veguhastin.

Li gorî wê raportê, Dadgeha Înqilab a rejîmê li Şinoyê ew siza bi tohmeta hevkarî ligel yek ji hizbên Kurdistanî, bi ser navbirî de sepandiye.

Herwisa li gorî raporta Rêkxirava Mafê Mirov a Hengawê, Aram Emînî welatiyê temen 25 salî û xelkê bajarê Seqizê, li encama êrîşa hêzên Îdareya Îtilaata rejîmê bo ser mala navbirî, hate girtin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Herwisa li gorî raporta Hêranayê, Suleyman Resûlî xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaata rejîmê li wî bajarî de hate girtin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Hevdem Yusif Dêhqanî, yek ji endamên kadrê dermanî û yek ji girtiyên nerizatiya Befranbara 1404an li Qurwê, ji aliyê dadgeha Înqilab a rejîmê ve li wî bajarî, sizaya salekê girtinê bi ser de sepand, û du sal durxistin û lêdana 31 qamçî û pêbijardina nextî hate siza dan.