Li encama xemsarî û bikêrnehatina berdewam a berpirsên rêjîmê li derheq paqijkirina zewiyên mînrêjkirî, teqîna mînekê li bajarê Serpila Zehawê li parêzgeha Kirmaşanê, bûye sedema birîndarbûna 3 welatiyan.
Roja Sêşemî 20ê Çiriya Pêşîn, lodêreke îdareya rê li dema kar li sînorê Serpila Zehawê bi mîneke paşmawê şerê Îran û Îraqê ket û teqiya, li encama vê teqînê de ajotvanê lodêrê û 2 welatiyên xelkê deverê birîndar bûn ku bo çareseriya pizişkî bo navenda dermanî hatine veguhastin.
Tevî derbasbûna çendîn dehikan ji dawîhatina şer, rêjîma Îranê bi zanebûn li deverên sînorî yên Kurdistanê de mîn bi cih hiştine an ji tirsa çalakiyên Hizbên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir mînrêj kirine.
Pêka amarên rêkxisravên mafên mirovî li Îranê, li sala 2025 a Zayînî de li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 22 kes bi sedema teqîna mînan canê xwe ji dest dane û 22 kesên din jî birîndar bûne.