“Antonio Guterres” Sekreterê Giştî yê Rêkxistina Neteweyên Yekgirtî rapora “Mai Sato” ya li ser rewşa mafên mirovan li Îranê pêşkêşî 81emîn civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî kir.
Rapor îşarê bi berdewamiya bidarvekirina xwenîşanderan, girtinên bi kom, dadgehîkirinên lezgîn û kurt, îtîrafkirinên bi zorê, givaşên bo ser malbatên qurbaniyan û qutkirina înternetê dike.
Rapora Mai Sato, ku bi hejmara belgeyê “A/81/371” hatiye tomar kirin, ji 1ê Şibatê heta 31ê Tebax 2026ê li xwe digre. rêkevta fermî ya weşandin û şandina belgeyê bo Kora Giştî ya Saziya Neteweyên Yekgirtî, 14ê Îlona 2026ê ye. Naveroka raporê li wan rojên dawiyê de li ragihandinan de berteknîşandanên berfirehtir hebûne.
Belge ji aliyê “May Sato” wek Raportêra Taybet a Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên mafên mirovî li Îranê hatiye amadekirin û “Antonio Guterres” ev li çarçoveya fermî ya Saziya Neteweyên Yekgirtî de bi kora Giştî pêşkêş kiriye.