Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berîtaniya yê du tometbarên ser bi rejîma Îranê destbiser kirin

14:26 - 21 Çirriya pêşîn 2026

Polîsê dijetîrora Birîtaniyayê du kes bi tohmeta hevkarî ligel dezgeha nûçegihaniya Komara Îslamiya Îranê li pêvajoya pîlanrêjî bo êrîşkirina ser binkeya esmanî a Fêr Fordê girtine ku yek ji wan welatiyekî du regeziye Îranî-Birîtaniya ye.

Li gorî raporta nûçegihaniya Roytêrzê, polîsê Berîtaniya roja Sêşemî 28ê Rezberê ragehand ku ew du kese (Ciwanek 24 salî ê Birîtanî û Ciwanek 25 salî duregezî Îranî-Birîtanî) li gorî yasaya ewlehiya netewî, destbiser kirine.

Berpirsê Polîsê Dijetîrora Birîtaniya tekezî ji vê kiriye ku lêkolîn li ser wê pêvajoya aloz berdewam in û ragehand, guhertin bi ser pêgeha me de nehatiye, em heya niha li ser wê baweriyê ne ku bi egera zêde ve, rejîma Îranê dest ji vê meselê de hebûye.

Berê jî berpirsên Birîtaniya û Amerîkayê, ji wan (Marko Robiyo) Wezîrê derve ê Amerîka bi awayekî eşkere ragehandibû ku ew pîlana teroristî bi egera nêzî bi xatircemî ve ji aliyê spaha terorîst a pasdaran ve hatiye darêtin.

Binkên esmaniye Fêr Ford li Rojavayê Birîtaniya, cihê balafirên bombhawêjên Amerîka bûye.