Pêka rapora tora El-Hedes, Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li çarçoveya zêdekirina herî zêde ya givaşên aborî bo ser rêjîma Îranê, daxwaz ji dewleta Îraqê kiriye ku tevaiya deriyên sînorî yên digel Îranê dabixe û rêgirî ji hatina balafirên Îranê bo balafirxaneyên Îraqê bike.
Pêka wan raporan, dewleta Îraqê mijûlê dariştina bernameyekê bo daxistina rêyên xwe yên bejayî û esmanî digel Îranê ye û piştî guherînên ewlehî û eşkerebûna êrîşên dironî ji axa Îraqê bo ser damezraweyên neftî yên Erebistanê, dewleta Îraqê bi lezgînî hejamrek ji sînorên bejayê yên stratejîk ên wek “Şelemçe û Çezzaabe” daxistin û hatina balafiran bo balafirxaneya Besrê qedexe kir û ev biryar bi armanca birêveberiya ewlehî û îdarî û lipeyketin bo ser bikerên avêtina dironan daye.
Navenda ragihandin a ewlehiya Îraqê tekez kiriye ku tevî amadekirina hinek hêsankariyên îdarî û lêkolînên hûrtir li çendin deriyên sînorî, 2 deriyên sînorî yên Mêhran û Xusrewî, bo hatin û çona rêwîng û tişt û alavan vekirî hiştine.