Li dirêjeya siyasetên mîlîtarîzekirina xaka Kurdistanê, rejîma Îslamiya Îranê hêz û alavên zêde yên serbazî ber bi deverên sînorî yên bajarê Bane şandine.
Li gorî nûçeya giheştî bi beşa nûçeyan a Navenda Ragehandina Hizba Dêmokrat, rejîmê li bajarê Banê hêzek zêde a serbazî ber bi devera sînorî a Sorênê şandiye.
Ew karwana serbazî ku pitir li 30 maşînên serbazî pêkhatibû, hêzek zêde û çendîn top û çekên giran û corbicor bûne û li vê deverê de hatine cihgîrkirin.
Hêjayê gotinê ye ku li dema destpêkirina şer li 9ê Reşemê ve, hêzek zêde û alavên serbazî ên giran li seranserê sînorê Rojhelatê Kurdistanê cihgîr kirine û heya niha çendîn welatî û Kolber bi teqeya rastewxwe a wan hêzên mirovkuj hatine kuştin û birîndarkirin.
Rejîma Îslamiya Îranê ku li hember kirîza navxweyî û navdewletî de çi ji desta nayê û hertim hewil daye li rêya şandina hêz û mîlîtarîzekirina deverên Kurdistanê, rewşek ewlehî bi ser civakê de bisepîne.