Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşa abûrî bo ser rêjîma Îranê û daxistina sînorên bejayî bi ser Îranê de

13:04 - 22 Çirriya pêşîn 2026

Gorî biryara Serokwezîrê Iraqê û girtina derwazên sînorî yên bi Îranê re, wekî çezaba û şelemêçe, ligel girtina sînorên Rîmdan û Mîrcawê yên bi Pakistanê re, nîşan dide ku dorpêç û givaşên navneteweyî bi ser aboriya Îranê de kûrtir dibin. Ev biryarên ji nişkê ve, ku bi hincetên cuda an bi daxwaza Amerîka ji aliyê welatên cîran tên dayîn, rasterast bandorê li ser aborî û jiyana rojane ya xelkê dikin.

Li gorî stratejiya nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya bo zêdekirina "givaşa herî zêde" li ser Tehranê, girtina sînoran û rawestandina bazirganiya sînorî ziyaneke mezin dide aboriya Îranê ya ku jixwe di nava krîzeke kûr de ye. Ev yek rê li ber rawestandina maşînên barhilgir, kêmbûna tiştên hewce û bilindbûna bihayên xwarin û şewatê li parêzgehên sînorî yên mîna Sîstan û Belûçistan û Xûzistanê vedike. Girtina van derwazan ne tenê karsaz û bazirganên herêmî bêpar dixe, lê belê hejariya xelkê herêmê jî kûrtir dike û dibe sedema bêkariyeke berfireh. Ev gîvaşa aborî ya li ser sînoran, nîşan dide ku mencenîqa dorûbera rêjîma Îranê roj bi roj tengir dibe û ev yek jî bandorên nerênî yên mezin li ser rewşa jiyanî û seqamgiriya civakî ya welat çêdike.