Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heta herifîna rêjîma Îranê şerê Amerîka û Îsraîlê digel vê rêjîmê dê berdewam be

14:08 - 22 Çirriya pêşîn 2026

“Rick Scott” Senatorê Komarîxwaz ê îyaleta Florîdaya Amerîkayê li hevpeyvîn digel tora “CBS” de got: “Heta demekê ku rêjîm li Îranê de neyê guherîn û rêjîma îslamî neherife, Amerîka û Îsraîl neçar in bo rawestan li hember gefa etomî a vê rêjîmê, şer berdewam bikin.

Wî senatorê Komarîxwaz bi tekeziyê ve gotiye: “Hekî dora nû ya bombebarankirina rêjîmê guherîn û herifandina rêjîmê lezgîn bike, bê şik û guman Amerîka û Îsraîl dê li êrîşkirinan de berdewam bin û egera vê heye şer digel wê rêjîmê heta dema ku li ser kar bimîne, berdewam be.

Rick Scott li ser hewcehiya lawazkirina aboriya rêjîma Îranê tekezî kir û got: “hekî rêjîmê dirafê hewce li ber dest nebe, roj bi roj dê lawaztir bibe û nikare bê diraf hêza çekdar ragire, ti kesek bê çavkaniya malî nikare hêzeke zêde li destê xwe de rabigre”.