Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 18 kes, şirket û gemiyên Îranê xistine nava lîstê dorpçên

14:18 - 22 Çirriya pêşîn 2026

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Çarşemî 21ê Çiriya Pêşîn, bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku 5 kes, 4 şirket û 9 gemî yên pêwendîdar bi rêjîma Îranê li lîstê nû yên dorpêçan de tomar kirine.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê daye zanîn ku ev dorpêç li çarçoveya fermana jimare 13902 de bûye ku beşên diyarîkirî ji aboriya rêjîma Îranê û sînordarkirina karûbarên aborî yên dorpçan li xwe digre.

Pêka vê raporê, 3 endamên malbatekê ya bi navê “Karnakîs Kasmas” û 2 kes ji xelkê Panamayê û navê şirketên “Karnakîs end Karnakîs, Roksêt Marîtaym, Amêgoz Sîngapûr û Wîlz Şîpîng Layn” û gemiyên “Anîmos, Dêstinî, Filamîngo, Gilorîs, Harmonî, Prayd, Pirîns, Wêlz Daymond û Wîlz Pirêl”, li lîstê vê dorpêçê de têne dîtin.