Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encama hilbijartin li Îsraîl, stratejiya Îsraîl bi dijî rêjîma Îranê naguherine

14:21 - 22 Çirriya pêşîn 2026

Reutersê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku encama hilbijartin li heftiya bê ya Îsraîl, Stratejiya bingehîn a Îsraîl li derheq rêjîma Îranê naguherîne û rêjîma Îranê dê her wek dujminê bingehîn ê Îsraîlê bê hesiband û bikaranîna hêza serbazî bi dijî rêjîmê yek ji bijardeyên bingehîn a Îsraîl li hember rêjîma Îranê be.

Pêka gotina karnasan, egera vê heye ku siyaseta ewlehiya Îsraîl tundtir bibe, çimkî serketina Binyamîn Netanyaho bi hevkariya hevpeymanên tundajo dikare vî bo tuntirkirina şer digel rêjîma Îranê û qahîmkirina kontrola îsraîl bo ser qiraxa rojavayê çemê Ordonê û kêmrengkirina rola dîlomasiyê han bide.

Pêka rapora Reutersê, bernameya ewlehiya Îsraîl li ser 3 sitûnên: “jinavbirina rêjîma Îranê, parastina devera ewleh li derveyî sînorên axa Îsraîl û bikaranîna hêzê bo sekinandina dujminan”, hatiye avakirin û guherîna serokwezîr vê stratejiyê naguherîne.