Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li êrîşa bo ser balafirxaneya Melîk Fehed de 2 kes hatine kuştin û 8 kes birîndar bûne

14:25 - 22 Çirriya pêşîn 2026

Saziya Esmaniya Erebistanê ragihand ku li êrîşa roja Çarşemî 21ê Çiriya Pêşîn de bo ser balafirxaneya navnetewî ya Melîk Fehed li bajarê Demam a Erebistanê de kesekî xelkê Erebistanê û kesekî xelkê Hindistanê yê nişteciyê Erebistanê hatine kuştin.

Herwisa vê saziyê daye zanîn ku 8 kesên din jî birîndar bûne ku xelkê Erebistan, Yemen, Nipal û Hindistanê ne ku rêjeya birîndarbûna wan cuda ye lê çareseriya pizişkî bo wan hatine kirin.

Pêka daxuyanuya vê saziyê hatinûçon li vê balafirxaneyê de asayî bûye û veguhastina esmanî careke din dest pêkirine.

Pêka vê daxuyaniyê xisarên malî jî bi vê balafirxaneyê kevtine ku rêjeya vê hêj li qonaxa lêkolînê de ye û nehatiye ragihandin.