Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Tehranê bazar vekirî ne, lê kiryar nînin

14:29 - 22 Çirriya pêşîn 2026

Bi sedema bilindbûna nirxan û daketina şiyana xelkê bo kirîna hewcehiyan, li halekê de dukan û bazar li Têhranê de vekirî ne, ti bikirek serdana wan nake û li kolanên wan bazaran de ti kesek nayê dîtin û beşa herî zêde ya dukan û bazaran tevî derbasbûna çendîn demjimêran ti firotinek nebûne.

Ji aliyê din ve xwediyê dukan û bazaran gotine ku rewşa bazarê bi qasekê dijwar û necihgîr e hekî tiştekê bifroşin renge nekarin careke din bi vî dirafî hemen berhemê bikirin û hemen tişt li roja din nirxeke gelek zêdetir hebe û tûşî xisarên malî bibin, vê yekê bazar tûşî sekinîn û pirsgirêkên micid kiriye û xisarên micid bi dukandar û bazariyan kevtiye.

Ji aliyê din ve daketina şiyana kirîn a xelkê û necihgîrbûna nirxa tiştan, bûye sedem ku kes nekare tiştan bikire û dukanên vekirî û tejî tişt, bê bikir mane.

Dukandar û bazarî tevî wan xisran, neçar in bacê jî bidin ku her mehê diguhere û zêdetir dibe.