Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê binpêkerê rewatiya desthilat û ewlehiya Îraqê ye

14:33 - 22 Çirriya pêşîn 2026

Ebdulemîr Teîban, Şêwirkarê Serokwezîrê Îraqê li roja Çarşemî 21ê Çiriya pêşîn, li civîneke rojnamevaniyê de rêjîma Îranê li binpêkerina desthilta wî welatî de bi tawanbar binav kir ku bi rêya şandina kesên ser bi rêjîmê bi awayê nefermî û qaçaxî bi axa Îraqê, li deverên sînorî de bûne sedema aloziyên berfireh.

Navbirî tevî tekezkirin li çendîn haletên revandina xelkê Îraqê li deverên sînorî yên Şelemçe û El-Şeybê, ji aliyê kesên ser bi rêjîma Îranê daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku dawî bi kiryarên wiha bîne û helwîsta tund li hember wan kiryaran û bikerên wan tawanan li ber xwe bigre.

Ebdulemîr Teîban daxwaz ji Elî El-Zeydî, serokwezîrê Îraqê kir ku sîstemên elektronîkiyên zîrek ên çavdêriyê li seranserê rêyên hatinûçon ên sînorî bi awayekî berfireh cihgîr bike.

Rêjîma Îranê çendîn dehik in ku li destêverdan li karûbarên navxweyî Îraqê berdewam e û heta niha çendîn caran rastî helwîstên tund ên berpirsên fermî yên Îraqê hatine.