N. Nûredîn Sofîzade
Dahênana modêlên biyanî û kopîkirina wê bo neteweyekê, hewcebû îro û zû bersiva xwe wergirtiba, ne ku bimîne û paşerojê aloz bike.
Întegrasyon, ji rê derxistina daxwaza mafê diyarkirina çarenivîsa Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê.
Bi sedan salan e gelê Kurd wek neteweyeke resen, xwedî xak û dîrok, nirxên giran dane ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û rizgarbûn ji bindestiyê. Cewherê rizgarixwaziya Kurd, her ji şoreşa Simkoyê Mezin ve heta îro, her dem pêkhatiye ji avakirina stato û deshilata serbixwe ya neteweyî, xwebirêvebirin (xudmuxtarî) wek deshilatdariya Kurdistanê bi destê Kurdan xwe ve û mafên neteweyî wek zimanê fermî yê perwerde û îdareya Kurdistanê, heta digehîje federalîzmê û avakirina dewlet û welatekî serbixwe, ku tê de Kurd biryardarê xak û çarenivîsa xwe be.
Întegrasyon ku di rastiyê de demeke wek çemk û peyveke nûhatiye ser zimên, wateya wê di cewher de hewlek e bo helandina taybetmendiyên neteweyî di nav çarçoveya dewlet-neteweyên deshilatdar de. Ev model, radestkirina mafê xwedîderketina li xak û serweriya neteweyî ye bi dagirkeran, bi dirûşmên şewqdar ên wekheviyê û mafên îdarî di nav heman desthilata dagîrker de. Ev yek ne tenê neguncav e li gel cewherê daxwazên rewa yên Kurdan, belkî rewayet dane bi wan deshilatên navendî ku bi sedan sal e mafê serweriyê ji Kurdan zewt kirine.
Di vê dema hestyar de, anîna pêş a ramana întegrasyonê ji aliyê PJAKê ve (lîqa PKKê li Rojhilatê Kurdistanê), çandina tovê qebûlkirina bindestiyê, înkarkirina mafên rewa yên neteweyî yên Kurdan û paşvebirina xwestek û daxwazên neteweyî yên gelê Kurd e. Gelê Kurd li Rojhilat bi dirêjahiya dîrokê qurbanî daye bo rizgariya ji dagirkeriyê û bo bidestxistina serweriya xwe, niha arastekirina têkoşînê ber bi întegrasyonê di nav çarçoveya dewleta Îranê de, piçûkkirina armancên mezin e bo daxwazên neniştimanî û bêçine. Xwediyên vê teorî û nêrînê, hemû taybetmendiyên neteweyî û dîroka têkoşîna Rojhilat dixin bin pirsiyarê û daxwaza rizgariya neteweyî dadixin astê têkelbûnê bi bingeh û peykerê deshilata dagîrker re.
Mafê diyarkirina çarenûsê û xwedîderketina li kiyanekî serbixwe, rêyeke bêveger a neteweyî ya Kurdan e. Her nêrîn û modeleke ku bixwaze doza Kurd bîne asta daxwaza întegrasyonê de kêm bike, li gel xwestek û ruhê têkoşîna Kurdistanê hev nagire, û eger li cîhekî din jî hatibe ferzkirin, bi kêmanî li nav Rojhilatê Kurdistanê cîhê wê nabê.