Rêzdar Mistefa Mewlûdî, cêgirê sikirtêrê giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) di hevpeyvînekê de digel Azadî Tv û li derheq helwêsta Hizba Dêmokrat û dawî rewşa pirsa Kurd li vê perçeya Kurdistanê, wiha bersiva Ewin Hekîmpûr pêşkêşkara vê Tv yê da, ku ev bi kurtî naveroka bersivan e:
Mistefa Mewlûdî, cîgirê sekreterê giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku qonaxa niha dikare wekî derfeteke girîng ji bo kurdên Rojhilatê Kurdistanê bê dîtin di pêxema gihîştina mafên wan yên rewa de, hevdem tekez kir ku bêyî çareserkirina pirsa kurd, Rojhilata Navîn ti carî aştî û aramiyê bi xwe ve nabîne.
Mewlûdî di çarçoveya hevdîtinekê de di bernameya «Azadî» Tv de ku biryar e di van nêzîkan de hemî ev hevpeyvîn bê weşandin, li ser hevkeşên herêmî û pevçûna bereyan axivî û destnîşan kir ku şer û pevçûnên niha yên Rojhilata Navîn di navbera Amerîka û Îsraîlê li gel Komara Îslamî ya Îranê û proksiyên wê li herêmê de kir, û Mewlûdî tekez dike ku encama cûreyê siyaset û kiryarên rêjîma Îslamî ya Îranê ziyaneke rastrast gihandiye berjewendiya gelên Îranê, welatên Rojhilata Navîn û pêvajoya berjewendiya zilhêzan li herêmê û her ev jî bûye sedema çêbûna vê rewşê.
Cîgirê sekreterê giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê derbarê rewşa kurdan di navbera alozî û bereyên şer de, dubare kir ku ewlehiya herêmê bi awayekî bingehîn girêdayî çareseriya dadperwerane ya doza kurd e û bêyî vê yekê û heta mafê gelê Kurd dabîn nebe, herêm bi berdewamî di ne-aramiyê de dimîne. Her di wê çarçoveyê de rêzdar Mewlûdî bal kişand ser wê yekê ku pirsa kurd li Rojhilatê Kurdistanê pirseke germ, zindî, micid û serdemî ye û nayê piştguhxistin, belkî pêdiviya wê bi çareseriyeke yekcarî û micid heye.
Mistefa Mewlûdî di beşeke din a axaftina xwe de û derbarê pêvajoya aştiyê û destpêşxistinên taybet bi diyalogê ku di civînên van dawiyan yên «Mêrî» de hatibûn rojevê, ragihand: Guftûgo û danûstandin hemû demê wekî yek ji rêyên gihîştina bi aştiyê dimîne, lê ji bo Hizba Dêmokrat, pîvan û bingeha sereke li Rojhilatê Kurdistanê deng û raya giştî a gelê kurd e. Navborî tekez kir ku ew hemû demê bi guhdarîkirina daxwaziyên xelkê, siyaset û gav û daxwaziyên siyasiyên Hizba xwe dixin ber behsê û biryarê li ser didin, wate siyaseta Hizba Dêmokrat li ser bingeha daxwaza xelkê Kurdistanê tê darêtin û pêşxistin.
Mistefa Mewlûdî derbarê taybetmendiya xebatê li Rojhilatê Kurdistanê û redkirina pêvajoyên dişibin yên parçeyên din, cixîza jihevcudaker kişand û ragihand ku kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi xwe biryardarê sereke ne li ser diyarikirina şêwazê xebatê û aliyê siyasetên xwe di pêxema diyarikirina mafê çarenûsa xwe de. Herwisa tekez kir ku her parçeyekî Kurdistanê xwediyê şert û merc û rewş û taybetmendiyên siyası̂-civakî yên xwe ye û li gorî wê rastiyê xebatê dike, ji wî alî ve jî cîbicîkirina ti pêvajoyeke hevseng û kopîkirî ji parçeyên din yên Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê bersivder nîne û bi cih nabe.
Cîgirê sikirtêrê giştî yê Hizba Dêmokrat di dawiya axaftina xwe de û di bersiva pirsiyarekê de derbarê girtinebera siyaseta «yan hemû, yan hîç» û destnîşankirina armanca stratejîk a xebata Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, ragihand ku armanca dawî ya wan, bidestveanîna mafê diyarikirina çarenivîsê ye ji bo kurdên Rojhilatê Kurdistanê û xebat û têkoşîna Hizba Dêmokrat ji bo wê yekê ye ku di çarçoveya dewleteke azad, dêmokrat û federal li Îranê de, hemû mafên neteweyî, siyası̂, civakî û aborî yên gelê kurd bi fermî pêk bên û biparêzin.
Ev bi giştî naveroka axivtinên rêzdar Mistefa Mewlûdî bûn ku di hevpeyvîna digel Azadî Tv de axivîn, ku deqa vê hevpeyvînê dê di demekî zû de bê weşandin.