Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 528 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

16:30 - 22 Çirriya pêşîn 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 528 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Manşêt bi serdêra “Dahênana modêlên biyanî û kopîkirina wê bo neteweyekê, hewcebû îro û zû bersiva xwe wergirtiba, ne ku bimîne û paşerojê aloz bike” dikeve ber çavan.

Rûpela 2 – Naverok û kurtiyek ji Hevpeyvîna rêzdar Mistefa Mewlûdî Cêhgirê Sikirtêrê Giştî ê PDKÎ digel Azadî Tv li jêr navê: Ji bo Hizba Dêmokrat, pîvan û bingeha sereke dengê giştî û şeqamê a kurdî ye li Rojhilatê Kurdistanê, dikeve ber çavan.

Rûpela 3 de – gotara - Naxwazim bihelim!, ji nivîsa Aso Minberî.

Rûpela 4 de – gotara - Efsaneya  Entegrasyonê û Tundûtûjiya Eşkere, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 5 de - gotara - Ji serhildana li dijî Komara Îslamî heta avakirina civakek hişyar, ji nivîsa Sîmîn Rûhanîzade.

Rûpela 6 - Beşa 9 a gotara - Ji nû ve nasandina têkoşîna Kurdî di serdema guherînên mezin de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas.  

Rûpela 7 ê de gotara - Îran, ji gefên li ser Tengava Hormozê heya hinardekirina  têrorîzmê!, ji nivîsa Eskender Ceiferî. Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 - de ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, Di hejmara vê carê de li ser zêdebûn û berfirehbûna cezaya darvekirinê li Rojhilatê Kurdistanê, Sîmîn Rûhanîzade digel xatû Şilêr Bapîrî Rojnamevan û çalaka Mafê Mirovî hevpeyvîn encamp daye.

Rûpela – 9 de, gotara - Nemana ewlehiya rêjîma Îranê, ji nivîsa Azad Kurdî.

Rûpela 10 – Gotarekî civakî li jêr navê - Di navbera tirs û hêviyê de, Kê dê kurdan biparêze? ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 11- Agirî de, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 528 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Ka dê çawa be, Hûn bêjin!”, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên hejmara 528a Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.