Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa bazarê roj bi roj dijwartir dibe

09:58 - 24 Çirriya pêşîn 2026

Bilindbûna nirxa Dolar li Îranê û bilindbûna teweromê û daketina şiyana kirîna xelkê bi qasekê dijwar bûye ku dukan û bazar û herwisa bazara êmîş û pincar jî tûşî sekinînê bûne, rewş bi qasekê dijwar bûye ku heta xwediyên dukan û bazaran ditirsin bi dirafê berhemên xwe û qazanca vê nekarin hemen berhemê bikirin.

Xelkê şiyana kirînê nîne, xwediyên dukan û bazaran ti qazancek nînin, bazar sekinîne û hem firoşyar û hem bikir ji bazara xwe razî nînin, êdî ne firoşyar dikare berhemên dukana xwe bifroşe û ne bikiran şiyana kirînê hene.

Bazarên mezin ku dahateke gelek zêde hebûn, niha karê wan sekiniye, û ev rewş li bajarên mezin de jî bi rohnî tê dîtin, li bajarên wek Têhran, Tewrêz, Îsfehan û çendîn bajarên din de bazar rastî sekinînê hatine.

Herwisa li meydana meywe û pincaran de li bajarên wek Urmiye û bajarên din de jî berhemên werzêrî bi sedema daketiya şiyana kirîna xelkê sekiniye û xisarên micid bi firoşyaran û werzêran kevtine.