Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema rabûna lehiyê li Selmas û Mako yê çendîn kes bûne qurbanî

10:11 - 24 Çirriya pêşîn 2026

Pêka raporên belavbûyî bi sedema barîna barana bi xur û rabûna lehiyê li bajarên Mako û Selmasê ser bi parêzgeha Urmiyê, 3 kesan canê xwe ji dest daye ku yek ji wan keçek temen 10 salî bûye û 24 avahî li bi sedema lehiyê rastî xisarên mezin hatine ku li gundekî ser bi bajarê Makoyê çendîn avahî û 17 avahiyên din jî li gundên ser bi bajarê Selmasê bûne.

Pêka gitina Hemîd Mehbûbî yê birêveberê heyva sor a parzêlgeha Urmiyê termê sêyemîn kesê ku li lehiyê de canê xwe ji dest daye li gundê Kaniyanê ser bi bajarê Selmasê, hatiye peydakirin û termê vê keça 10 salî jî li maşêna ku kevtibû nav lehiyê de bo navendên dermanê hatiye veguhastin.

Tevî ku lêkolîn her berdewm in, ti amarek ji bêserûşûnbûn û xisarên malî yên vê lehiyê belav nebûye.

Bi sedema lehiyê, dehan xanî û derbanê xelkê li çend gundên ser bi Selmas û Mako yê de herifîne û xisarên mezine malî gihaye xelkê, çen maşîn lehiyê gel xwe birine, gelek rêke û pire xirab bûne, gelek rez û baxên xelkê xisar ber keftine, çendîn Kesan cane xwe ji dest dane, lê rêjîmê û organên pêywendîdar hawara xelkê de neçone, û li rastî de xelkê jî çi çavnihêrî ji rêjîma diktator çinîne.