Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka carek din hoşdariyek tund da rejîma Îranê û ragehand ku egera cîbicîkirina operasyonek din hevşêweyê Tûreyî ya Hemasî heye, meger eva ku Komara Îslamî bête ser maseya gotûbêjê û rêkeftinê bike.
Tiramp li gotarekî de li wilayeta Filorîdayê de got, renge em operasyonek Tûreyî ya Hemasiyek biçûktir encam bidin, yan jî wan neçar bikin bi rêkeftinê.
Navbirî îşare bi vê jî kir ku, eger desthilatdarên Tehranê aqil bin, dest bi danûstandinên micid bikin, lê bi dur dizane şiyan û îradeya karek li wê şêwazê hebe.
Serkomarê Amerîka tekezî ji vê kir ku Waşington li operasyona (Çekuşa Nîvê Şevê) de meyandina oraniyoma Îranê têkşikand û dirêjeya erkên xwe li rêya Tûreyî ya Hemasî ve tewaw kiriye.
Navbirî rejîma Îranê li rûyê serbazî û darayî ve bi şikestxiwarî bi nav kir û dubare kir ku armanca sereke a Amerîka rêgirîkirine li destrageheştina Tehranê bi çeka etomî, çimkî eger Îran bibe xwediyê bomba etomî, wê tev cîhanê bike barimteya siyasetên xwe.
Li beşek din a daxûyaniyan de, Tiramp rexneyek tund li rêkeftina etomî a serdema Barak Obama girt û bi yek ji xiraptirîn rêkeftinên dîrokê da xûya ku rê bo çekdarbûna etomiya rejîmê xweş kiribû.