Aloziya leşkerî û aborî ya di navbera Amerîkayê û rêjîma Îranê de gihîştiye asteke bilind. Donald Tiramp di axaftinên xwe yên dawî de bal kişand ser rewşa aborî û leşkerî ya Îranê û ragihand ku welatê wî dikare şerê li dijî Tehranê pir zû bi dawî bîne. Tiramp diyar kir ku aboriya Îranê ji ber dorpêçan çoye ber hilweşînê û Tehran di bin zextên giran de ye.
Tiramp destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne ku Îran divê ti carî nebe xwediyê çekên etomî û guherînên aborî û leşkerî zextê li ser rejîmê zêde dikin.
Di heman demê de, Tom Barak Balyozê Amerîka li Turkiyeyê jî di hevpeyvînekê de îhtimala êrişeke nû ya leşkerî di dawiya vê hefteyê de erê kir. Her çend Tiramp diyar kir ku ew rasterast di derbarê vê demê de tiştekî piştrast nake jî, daxuyaniyên Wezareta Darayî ya Amerîka nîşan didin ku çavkaniyên darayî yên Pasdarên Îranê û fîloya firotina neftê bi giranî hatine astengkirin.