Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Navikî ragihand ku amadekariyên xwe yên teknîkî ji bo lêkolîn û kontrolkirina binke û navendên navikî yên Îranê amade kiriye û bi dawî hatiye.
Rafael Grossi, Rêveberê giştî yê Ajansê di axaftinekê de li pêş Kora Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê got: Ajans amade ye ku operasyonên çavdêriyê û kontrolkirina serbixwe pêk bîne, heke Waşington û Tehran di gihîştin bi lihevkirinek nû de serkeftî bin.
Li gorî rapora “Fox News”, Girosî eşkere kir ku ajansê beşeke mezin ji amadekariyên teknîkî yên ku ji bo kontrolkirina navend û binkeyên navikî yên Îranê hewce ne, bi dawî aniye. Ev gav rê li ber kontrolkerên navneteweyî vedike ku di her lihevkirinekê egerî de roleke sereke dilîzin.
Girosî dubare kir ku gihîştin bi çareseriyeke mayînde ji bo nakokiyên li ser bernameya navikî ya Îranê hewcehî bi çavdêriya navneteweyî heye û kontrolkirina serbixwe jî pêkhateyeke bingehîn a her lihevkirinek dîplomatîk e.
Tevî ku ajansê amadebûna xwe ya teknîkî ragihandiye, lê rêjîma Îranê heya niha çi bersivek bo rê dan bi lêkolêrên ajansê ranegihandiye.