Rêjîma Komara Îslamî li qutabxaneyan de givaşek tund xistine ser qutabiyan û daxwaz ji wan kirine ku pilakên taybet bi nasîna term ( hevşêweyê pilakên serdema şer) hilgirin, heya ku li egera şer û bombebaran kirina xwendekaran, termên wan bêne naskirin.
Bo wan pilakên şer, daxwaza 600 Hizar Tumenî ji xwendekaran kirine.
Li yek li qutabxaneyên duwanavendî yên kuran de, roja Sêşemiya derbasbûyî berpirsê qutabxanê rû li qutabiyan kir û gotiye, li sibê ve her kes pilak pê nebe bila neyê bo qutabxanê.
Wê biryarê wisa kiriye ku hejmarek ji malbatan, digel evê ku nîgeranê parastina canê zarokên xwe ne, amade nebin wê pereyê bidin û zarokên wan dê li malde bixwîn in. li rewşa abûriya xirap li niha de, têçûya wê pilakê givaşek darayî a giran dixe ser malbatan, ji aliyek din ve bikaranîna qutabxaneyan wek binke bo mana hêzên rejîmê, bi taybet piştî şerê 40 roje, metirsî li ser canê qutabiyan zêde kiriye.
Ew refrata rejîmê ku nîşaneya tirs li destpêkirina şer e, wa dike ku komek zarok tevî ku pirsgirêka abûrî û perwerdehî, li xwendinê veqetiyane.