Aloziya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û hevpeymaniya Amerîka û Îsraîlê de digehîje asteke nû û egera şer. Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê ku ji zarê du rayedarên pilebilind yên ewlehiya Îranê hatiye veguhastin, Tehranê plansaziyeke berfireh amade kiriye ku di egera her êrîşekê bo ser Îranê, Îran de êrişê bike ser kabloyên ragihandinê yên binerdî li Kendavê. Rayedaran destnîşan kir ku di rewşa êrişekê de dê hemû hêlên sor werin derbaskirin û tevlî baregehên leşkerî, rê li ber tamîrkirina van kabloyan jî bête girtin da ku astengiya înternetê dirêjtir bibe.
Ji aliyê din ve, Ferbandarê Hêzên Yekîneyên Artêşa rêjîma Îranê di serdana xwe ya ji bo Tîpa 258an de ragihand ku welat di "rewşa şer" de ye. Wî fermana amadebaşiyê di asta herî bilind de da hemû yekîneyên leşkerî û hişyarî da ku di vê rewşê de her paşguhkirin û xafilbûnek dikare bibe sedema xesarên gelek giran. Wî bal kişand ser bilindkirina şiyana şer. Ev alozî û gef nîşan didin ku aloziyên li herêmê ber bi lûtkeyê ve diçin, her dem egera êrîş û destpêkirina şer he ye.