Pirtûka bi navê "Gutara Îslama Siyasiyê Ber bi Çep, Lîberalîzm û Neteweperweriyê" ku ji aliyê Mamoste Mela Elî Sêlaw, kadroyê siyasî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve hatibû nivîsandin, hat çapkirin û belavkirin.
Nivîskar derbarê pirtûka xwe de ji Kurdstan Media re ragihand ku ev berhem ne projeyeke îdeolojîk e û ne jî li dijî Ol e. Li ser bingeha pirsên fikrî û exlaqî hatibû li ser behsa têkiliya di navbera ol û desthilata siyasî de dike. Di pirtûkê de tekezî li ser wê yekê tê kirin ku çawa siyasetkirina olê bandorê li hişmendiya kes û civakê dike.
Elî Sêlaw diyar kir ku pirtûk balê dikişîne ser du pirsên bingehîn: Ka çawa ol ji çavkaniyeka exlaqî veguhere amrazekî bo tepeserkirina azadiyan, û çawa mirov dikare tevî parastina azadiyên xwe yên kesane, baweriya xwe ya olî jî biparêze.
Pirtûk bi rêbazeke rexneyî, balê dikişîne ser ezmûna dîrokî ya civakên îslamî. Armanca wê ya sereke rewakirina azadiya bîr û wîjdanê ye û xilaskirina mirov e ji desthilatan ku olê bo desthilatdariya xwe bi kar tînin. Pirtûk ji bo wan kesan e ku dixwazin baweriya xwe bêyî îdeolojiyê biparêzin.