Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê di cihê pêregihîştin bi rewşa aboriya xelkê, girtîgehan çê dike

11:06 - 24 Çirriya pêşîn 2026

Li halekê de nirxa Dolar li Îranê li 274 hezar Tumenî derbas bûye, bênzîn dest ankeve û xelk li rêzên çendîn demjimêrî de disekinin û ticaret heta asteke zêde sekiniye û dukan bazar bê bikir mane, rêjîma Îranê dirfeke zêde bo çêkirina girtîgehan xerc dike.

Girtîgeha nû ya rêjîmê li bajarê Selmasê xercekî gelek zêde hebûye û ji sala 1390 a rojî ve çêkirina vê dest pêkiriye û piştî 15 salan bi dawî hatiye, lê bo xizmetguzariyan li bajarê Selmasê de ti xizmetguzariyek bi wec nehatiye kirin.

Herwisa rêjîma Îranê nirxa Înternetê heta %40 bilintir kiriye lê dirafê dahata giştî û bi taybet baca ku ji xelkê distîne bi armancên çewt ên wekî çêkirina îşkencegehan û girtîgehên zêdetir û berfirehtirkirina bernameyên mûşekî, dironî û navkî bi kar tîne lê amade nîne bo xelkê xerc bike.