Roja Înê 1ê Xezelwera 1405an, girûpa çiyageriya Çilçeme a Sine bi mebesta parastina jîngeh û paqijkirina Mêrgewar li gundê Niyer, ser bi Devera Jaweroya Sine, çalakiyek jîngeparêzî birêvebirin.
Li vê çalakiyê de, çiyageran jîngeha Mêrgewar a gundê Niyerê li kirs û kevalan paqij kirin.
Ew çalakiya jîngeparêzî li rewşek hevalane a endamên girûpê de birêve çû û daxwaz li girûpên din û geştiyaran kirine ku bo paqijkirin û pak ragirtina jîngeha Kurdistanê têbikoşin û hevkariya wan bikin.
Li heyama çend salên derbasbûyî de bi hevkariya girûpên çiyagerî û encûmena jîngeparêzên Kurdistanê, xelkê parêzgehên Kurdistanê li warê jîngehî ve hişyar bûne û li vî warê de jî gelek çalakane pêngavan davêjin.