Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efsaneya Entegrasyonê û Tundûtûjiya Eşkere

14:22 - 24 Çirriya pêşîn 2026

N. Serbest Urmiye

 

Di zanistên nûjen ên siyasî û yasaya navneteweyî de, têgeha entegrasyonê, weke pêvajoyeke sivîl, rêkxistî û li ser bingeha «peymana civakî ya nû» tê pênasekirin. Di vê pêvajoyê de, kêmaniyên etnîkî, zimanî û neteweyî di çarçoveya rêkxistineke pirreng û piralî de dibin xwedî mafên weke kev yê hemwelatî bûnê, ewlehiya tevav û nûneratiya siyasî ya dadperwerane. Lêbelê, ezmûna jiyanî û dîrokî ya gelê Kurd ê parvekirî bi ser çar welatên Tirkiyê, Îraq, Sûriye û Îranê de, vê çendê diselimîne ku entegrasyon, ne bi wateya   yekgirtina neteweyan e, belku xwe teslîmkirin û vegeriyan bo hembêza desthilata navendî tê şirovekirin. Di rasiyê de bûye terzek ji hilweşandina zordestî, ewlehîkirina sîstematîk a herêmê û hewldan ji bo ji holê rakirina nasnameya dîrokî.

Raporên ku li dor bûyerên dilhejîn ên ku di qonaxên cuda de derbarê tundûtûjiya eşkere li dijî çalakvan û têkoşerên Kurd hatine weşandin ji tepeserkirina tund a xwepêşanderan, bêhurmetîkirin û îşkencekirina sembolên berxwedanê, birîna serê xebatkaran û keziyên jinên têkoşer û avêtina termê jin û şervanên Şehîd ji bilindahiyan, heta hilweşandina pêkhateya xweser, tenê kiryarên xweser û tundajû yên çend hezar leşkeran nînin, belkî dikarin wekî belge û encamên rastîn ên şêwaza entegrasyona bi zorê di nav rêkxistina dewlet-neteweyên navendparêz ên Rojhilata Navîn de bên nirxandin.

 

Şaş têgihîştina Entegrasyona Dêmokratîk li Hember bişavtina zordestî de

Li gor ramanên civaknasîya siyasî û mafên mirovan, yên Will Kymlicka û Anthony D. Smith, entegrasyoneke xwezayî û rewa pêdiviyê du mercên bingehîn e, Naskirina  nasnameyên cuda û garantîkirina sîstematîk a beşdarî di desthilatê de.

Di Rojhilata Navîn de, dewletên   dagîrkerên Kurdistanê, peyva entegrasyonê wekî perdeyekê ji bo asîmîlasyon anku bişavtina zordestî bi kar anîne:

Tirkiye: Modela entegrasyonê li Komara Tirkiyeyê piştî Peymana Lozanê (1923), li ser bingeha îdeolojiya yekrengkirina etnîkî (yek netewe, yek ala, yek ziman) hatiye avakirin. Înkara nasnameya Kurdî û qedexekirina perwerdehiya bi zimanê dayikê di heyamê gelek dehsalan de nîşan da ku entegrasyon li Enqereyê bi wateya hilweşandina nasnameya Kurdî di nav neteweperestiya Tirkî de bûye.

Sûriye: Entegrasyona bilez an jî bi zorê ya hêzên Kurd di nav pêkhateya leşkerî û îdarî ya navendî de, bêyî dan yan hebûna garantiyeke rastî di destûra bingehîn de, dikare bibe cureyek ji teslîmbûna leşkerî û çênekirina nasnameya siyasî. Ezmûna bêparkirina bi sedan hezar Kurdan ji mafê hemwelatiyê di serjimêriya sala 1962an li Hesekê de û projeyên endezyariya demografîk, wekî Kembera Erebî, yê bûye çavkaniya bêbaweriyeke kûr û domdirêj.

Îran: Modela yekrengkirinê ji serdemê Pehlewiyan de dest pê kir û piştî sala 1979an, bi aliyên îdeolojîk û ewlehiyî ji nû ve hate pênasekirin. Navendparêziya tund a aborî û siyasî, tevî ewlehîkirina daxwazên sivîl û zimanî, derfeta entegrasyoneke xwezayî li ser bingeha mafên hemwelatiyê yên wekhev gelekî sînordar û asteng kiriye.

Îraq: Entegrasyona bi navê xwe li Iraqê, di serdemê desthilatdariya “Beisê” de bi siyasetên jenosîdê, Erebkirinê û Enfalê re derbaz  bû. Piştî sala 2003an jî, bi astengiyên Bexdayê li hember cî bi cî kirina madeyên peywendîdar bi federalîzmê ve, wekî madeya 140an a destûra bingehîn, rû bi rû bûye. Ev yek bêbandoriya modela entegrasyona bê garantî eşkere dike.

 

Tundûtûjî li Dijî Hebûn û Nasnameyê: Hêmaya Tepeserkirina Desthilata Navendî

Di zanista lêkolînên li dor ewlehî û aloziyên çekdarî de, dema ku amûrên tepeserkirinê dest bi wêrankirina sembolên çandî û nasnameyî dikin, wekî bêhurmetîkirina têkoşeran, îşkenceya eşkere an jî birîna keziyan berdengê wane ne tak, belku civak hemû ye.

Hebûna jinên têkoşer ên Kurd di tevgerên civakî û siyasî de sembola serxwebûn, îradeya giştî û rêkxistina sivîl e. Bi armancgirtina van sembolan bi terzên hov û nemirovane du karvedanên sereke dişopîne:

1. Afirandina tirs û xofê di nav civakê de: Şandina vê peyamê ye ji civakê re ku bihayê xwedîderketina daxwazên nasnameyî û rêkxistinê, dikare bibe hegera ji destdana bi tevahî ya rûmet û keremeta mirovî.

2. Hilweşandin û alozkirina hizra giştî: Êrîşkirina li ser sembolên çandî, wekî keziyên jinan ku di çanda Kurdî de dikarin sembola berxwedan, şîn û şahiyan bin hewldanek e ji bo tevlîhevkirina hêza derûnî û ruhî ya neteweyekê.

Ev kiryarên tundûtûj nîşan didin ku pêkhateyên desthilatdar dikarin Kurdan ne wekî hevparên wekhev di rêvebirina welat de, belku wekî kesên ku divê bên kontrol û teslîmkirin, mêze bikin.

 

Rexneya sîstematîk a Pêvajoya Entegrasyonê li Çar Welatan

1. Ewlehîkirina daxwaziyan:

Li gorî teoriya “qutabxaneya Kopenhagê”, dema ku daxwaziyên bingehîn, wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê, pêşketina hevseng a herêman û rêveberiya herêmî, wekî gef li ser yekparçebûna axê werin pênasekirin, danûsitandin û entegrasyona demokratîk ne mumkine.

2. Nebûna garantiyên yasayî û navneteweyî:

Her peymaneke entegrasyonê an çekdanîna herêmî, bê hebûna çavdêrên navneteweyî û dadgehên destûrî yên serbixwe de, di yekemîn derfet yan  krîza siyasî de dikare ji aliyê desthilata navendî ve were binpêkirin û bibe sedema tepeserkirina ji nû ve.

3. Newekheviya pêkhateyî û dûrxistin ji navendê:

Heta ku semyanên giştî, hêza leşkerî û biryardanên bingehîn ên siyasî, aborî û … di destê paytextan de bin, têgeha entegrasyonê dê tenê bibe perdeyek ji bo veşartina newekheviya aborî û civakî di herêmên Kurdî de.

 

Encam: Pêdiviya Ji Nû Ve Pênasekirina Terzê Jiyana Siyasî li Rojhilata Navîn

Şirovekirina rewşa dîrokî û hemdem a Kurdan li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê dide xuyakirin ku entegrasyon di nav sîstemên tevahîxwaz û navendparêz de, aşitî û aramiyê bi xwe re nayîne, belku tundûtûjiya sîstematîk dike beşek ji pêkhate û destûra desthilatê.

Entegrasyon bê garantîkirina mafê diyarîkirina çarenûsê, fermîkirina bi tevahî ya ziman û çandê, û pêkhateya nenavendîê berdewamiya heman ramana kevn a zordarî û serdestiyê ye.

Heta ku dewletên herêmê û civaka navneteweyî, li şûna pejirandina pirrengî û piralîtiya rastîn de li pey sepandina şêwaza dewlet-neteweya yekneteweyî de bin, hewildan û îdiaya yekgirtina neteweyî dê ji bilî efsaneyeke îdeolojîk ji bo yasayîbûna tepeserkirinê, ne tiştekî din be.