Aso Minberî
Li rojên borî de pirsiyara entêgrasya (integrasyon), bûye babeteke germ ku kesên rayedar her yek ji aliyê xwe ve û li rastiya parastina nasnameya Kurdistanîbûnê de, şirove bo dikin.
Aşkere ye ku li hemû salên borî de, pirsiyara asîmîlasyonê yan helandina çandî yek ji wan mijaran bûye ku her takekî kurd ku xwe li çarçoveya pirsa neteweyî de bi berpirsiyar zanibe gelek bi hûrî fikir lê kiriye û li pêxema dijayetiya ligel vê mijarê gav havêtiye.
Asîmîlasyon li pênasa zanistên civakî û siyasiyan de, bi pêvajoyekê tê gutin ku tê de, kêmaneyeke neteweyî, çandî, zimanî yan olî li nav çand û nasnameya zorîneyê de dihele û nasnameya serbixwe ya xwe ji dest dide.
Ev ji bo me yê kurd ku li Rojhilatê Kurdistanê dijîn, pênasa wê ev e: Hewlên neteweya desthilatdar bo helandina me û standina nasnameya Kurdistanîbûna me, ku dibe ew neteweya desthilatdar jî li gorî amarên heqîqî, zorîne nebe û tenê desthilat li dest be!
Pirsiyara asîmîlasyonê, pirsiyareke ku Komara Îslamî li hemû salên borî de hewl daye wek rêyeke berdewam, dirêjî pê bide û hûr-hûr me bihelîne û asmîle bike.
Li rêya asîmîlasyonê de, civak li bin fişarên cûrjecûr de, dest ji çand, adet û nirxên xwe berdide û hevdem, ziman, dîrok û nasnameya civaka desthilatdar werdigire, ev hewle bo me ku salên zor li bin fişara hemîaliyane ya desthilata Komara Îslamî de jiyayn e, pirsiyareke nas û elbet tal e jî, bo vê armancê kerta perwerde û pêgihandinê roleke berçav gêrandine û li rêya bi zorêkirina xwendin û axaftin bi zimanê farsî li qutabxane û zanîngeh û bi fêrkirina dîroka pir ji çewt û derew û hevdem sepandina xwasta desthilata zal, hewl hatiye dan neteweyeke asîmîle ya dûrkeftî ji nasname û nirxên neteweyî ya xwe çê biket.
Tekeziya gelê kurd li ser dijayetiya ligel asîmîlasyonê rast bi wê armancê bûye ku nifşa paşerojê, li ser xaka bab û kalên xwe, bi zimanê bîhanî neaxive û cudahiya dîrokî, çandî û nasnamêyî ya xwe ligel ewê dinê baş bizanibe.
Li vê rêya asîmîlekirinê de, desthilat li rêya zordarî û tepeseriya tundutîj û berdewam ve û baştir bêjin bi zimanekî req, hewl dide neteweya jêrdest neçar bike ku bibe tiştek ji neteweya serdest! Ev hewla Komara Îslamî herçend serkeftî nebûye, lê berdewam bûye ta ciyê ku niha li formeke xemlandî bi dêmokrasiyê de û li bin navê entêgrasyonê dixne pêşya xelkê û weha nîşan didin ku goya li vê şêwazê de, mafê takê kurd bidestve têt!
Ewa ku niha li Îranê de bi navê "entêgrasya" pûropaganda bo tê kirin, rêçare ku tê de mafê yeksan û parastina nasnamê destebêr biket nîne, ev rûkeşeke birqoke bi navê dêmokrasiyê ye ku dikare wekî asîmîlasyoneke dilxaz nav lê bête birin.
Piştî salên dûr û dirêj li xebata neteweyî li Kurdistanê û pêdagiriya neteweya kurd li ser man e û parastina xak û nîştiman û nasnameya xwe, weha kiriye ku Komara Îslamî ev pirsiyar bo helandin û kelîkirina kurd bikar bîne!
Ez hez dikim vekirina beşa ziman û wêjeya kurdî ya Zanîngeha Îlamê wek mînak bînim. Mînakekî aşkere li rastiya entêgrasya û helandina dilxazane! Takê kurd bi aliyê herî kêm a mafê xwe anku xwendina zimanê kurdî li zanîngehê razî dibe û pirsa perwerde bi zimanê kurdî êdî tête piştguhxistin! Dema ku desthilat dizane ku nikare zimanê neteweyekê bi temamî jinav bibe, hewl dide ku xwe bibe birêveberê zimanî û çarçoveya wê bi dilxazê xwe dabirêje. Wê demê tak bi xwasta xwe diçe nav çarçoveyeke kontrolkirî ve ku desthilatê bo wî diyarî kiriye.
Li zanistên siyasi û civakiyan de, entêgrasyona rasteqîne li ser du bingehên sereke hatiye ava kirin, îtrafa fermî bi cudahiyên kêmîneya neteweyî û parastina nasnameya wan û herwisa dana derfeta vekheviya siyasi, aborî û civakî bo beşdarî li desthilatê. Li vê modelê de, dewlet wek dezgehek bo yekdestkirina zorê kar naket. Bi berewajî vê pîvanên zanistî, ewa ku li bin sîbera Komara Îslamî de bi navê entêgrasya dıxwezin cîbicî bikin, cûre asîmîlasyona dilxaz e ku desthilat, bi fêlekê wek vekirina beşa kurdî li zanîngeheke wek Îlam, bi şêweyeke sînordar û li bin kontrola xwe de, dest pê dike û hevdem jî navoroka siyasi, dîrokî û zimanî ya neteweya kurd dişêlînin.
Li wir de pirsiyar ew e ku çawa dibe hin kes bi nav û bi nûneratiya gelê kurd ve biçin bin barê cîbicîkirina entêgrasya li Kurdistanê?
Têgehiştin li vê babetê hişyariyeke zanistî û neteweyî beramber bi forma serkut û asîmîlasyona req e. Cîgirbûna maf û azadiya takê kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi razîbûn bi aliyê kême mafê wek xwendina zimanê kurdî û druşmên biriqedar û xemlandî bi dêmokrasiya derewîn, bedest ve nayê, em wek neteweya kurd bi salan e xebatê dikin û bi kiryar me îsbat kiriye ku em naxwazin bihelin û jinav biçin! Mafê kurd li Rojhilatê Kurdistanê, bê destebêrbûna mafê diyarkirina çarenûs û parastina nasnameya Kurdistanîbûna me, li çarçoveya her cûre sazanekê de bê wate ye.