Hevpevîn. Şilêr Bapîrî
Hevpeyvînkar. Sîmîn Rûhanîzade
1. Sedema berdewamî û zêdebûna darvekirinan di vê rewşê de çiye?
Zêdebûna darvekirinan nikare tenê wekî diyardeyeke dadwerî bê fêmkirin. Ev yek pêwendiyek nêzîk bi rewşa siyasî û stratejiya tepeserî û zordariya Komara Îslamî re heye.
Dema ku hikûmetek rûbirûyê berfirehbûa nerazîbûna civakî, dijberiya siyasî û daxwazên guhertinên bingehîn dibe, dikare an bi rêya rêforman an jî bi tundkirina zordariyê bersivê bide. Komara Îslamî rêya duyem hilbijartiye. Cezayê darvekirinê bûye yek ji amûrên herî tund yên vê givaş û zordariyê.
Darvekirin di heman demê de çend armancan pêk tîne: cezakirina kesan, tirsandina civakê, bêdengkirina dijberiya siyasî û afirandina tirsê di nav wan pêkhateyan de ku di niha de ji aliyê siyasî ve hatine paşguhxistin. welatî bi tohmetên ewlehiyê û tohmetên wekî «dijminatiya digel Xwedê», «serhildana çekdarî» an sîxurî ku li dijî xwepêşanderan û girtiyên siyasî, tên bikaranîn.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hejmareke zêde ya darvekirinan wekî beşek ji stratejiya tirsandina sîstematîk a dewletê wesif kiriye.
2. 46 welatan daxwaz kirine ku Îran darvekirinan rawestîne. Gelo Çima berteka civaka navneteweyî çi bandorek li ser siyastên rêjîma Îranê nake?
Gelek caran daxuyaniyên Neteweyên Yekbûyî, welatên din hatine weşandin. Di vê dawiyê de jî daxuyaniyeke hevbeş a zêdetirî 30 welatan û Yekîtiya Ewropayê, bikaranîna darvekirinan ji bo bêdengkirina nerazîbûnan şermezar kir û daxwaz ji Îranê kir ku bê derengî dawî bi cezayê darvekirinê bîne.
Pirsgirêk valahiya di navbera şermezarkirinê û encamên wê de ye.
Komara Îslamî dizane ku meric nîne şermezarkirina navneteweyî bibe sedema têçûyek siyasî an aborî. lêdiwan girîng in, ji ber ku wan binpêkariyan belge dikin û rewayî û nasandina qurbaniyan pêş dixin. Lê daxuyaniyên bi tenê nikarin bandore bixe ser desthilatdariyê; desthilatek ku gelek caran nîşan daye amade ye rexneyên navneteweyî tehemûl bike.
Ji ber vê yekê, civaka navneteweyî pêdivî bi derbasbûna ji daxuyaniyan bo givaşên berdewam û hevaheng heye: danîna cezayên amancdar li ser wan berpirsan ku rasterast di darvekirin û givaşên dadwerî de berpirsiyar in, givaşên dîplomatîk, piştgirîkirina lêkolînên serbixwe, parastina çalakvan û rojnamevanên di bin gefê de, û avakirina mekanîzmên bihêztir ji bo bersivdarkirina bikerên wan tawanan hewcye .
Komara Îslamî divê bizane ku darvekirina neraziyan an girtiyên siyasî tenê nabe sedema daxuyaniyeke din a şermezarkirinê, paşhatên kongirêt ji bo kesên berpirsiyar û encamderên wan tawanan jî li pey xwe dîne.
3. 88 partî û rêxistinên siyasî û civakî di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe ji vê rewşê re nîşan dane, xêncî vê û pêkhatina kampîna «Na bo Darvekirinê» çi gavên din hewce ne ku rê li ber darvekirinan li Îranê bê girtin?
Kampîna «Na bo Darvekirinê» pêdivî bi xebateke berfirehtir heye. Divê ew bibe tevgereke berdewam a mafên medenî li dijî bikaranîna siyasî ya cezayê darvekirinê.
Li destpêkê de, divê hemû haletên takekesî bi diyarkirî bên parastin û nasandin. Nav, wêne, çîrok û rewşa yasayî ya girtiyan nabe di nav hejmaran de winda bibin. Her kesê ku di bin metirsiya darvekirinê de ye, divê dosyeyeke vekirî hebe ku rojnamevan, rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî bikaribin wê bişopînin.
Çalakvanên siyasî û mafên jinan, kedkar, xwendekar, kêmîneyên neteweyî û olî, parêzer, hunermend, rojnamevan û malbatên girtiyan hemû bi hevre, hêza kampînê ne û hêz bi taybetî di vê yekê de ye ku nîşan bide darvekirin ne tenê pirsgirêka komeke siyasî ya taybet e, belkû bandorê li ser hemû beşên civakê heye.
Hewce ye dosye û zaniyariyên wan dosyeyan bi awayekî sîstematîk bigihîjin Neteweyên Yekbûyî, hikûmetan, parlementeran û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, digel wan belgeyên ku paşê di pêvajoyên berpirsiyarkirinê de dê bên bikaranîn.
Divê em li dijî asayîkirina darvekirinan derkevin. Dema darvekirin dubare û sêbare dibin, xetera wê heye ku bo civakê asayî bibe. Kempîn divê bi awayekî berdewam bîne bîra civakê ku her darvekirin kuştina mirovekê ye.
4. Piraniya darvekirinan, bi taybetî darvekirinên siyasî, li ser Kurdan û neteweyên din yên ne-Fars, wekî Belûç, Ereb û Tirk, têne sepandin, ev yek kîjan aliyê siyaseta Komara Îslamî eşkere dike?
Bikaranîna nehevseng a cezayê darvekirinê li dijî neteweyên bê maf, pirsgirêkeke pêkhateyî ya kûr di Komara Îslamî de eşkere dike: dabeşkirina neyêksan a desthilat, maf û ewlehiyê li seranserê herêmên cuda yên Îranê de.
Pirsgirêk tenê ew nîne ku ev netewane di amarên darvekirinan de xuya dibin. Çavdêriya navneteweyî gelek caran armancgirtina nehevseng a wan netewên bindest bi belge kiriye.
Li herêmên wekî Kurdistan, Belûçistan, Xuzistan û deverên din yên paşguhxistî daxwazên siyasî, mafên çandî, nerazîbûnên aborî û pirsa nasnameyê gelek caran bi çavekî ewlehiyê tên nirxandin. Rêjîm, li şûna ku van pirsgirêkên siyasî û civakî çareser bike, wan bi pirsên ewlehiyê dibîne.
Kesek ji civakeke paşguhxistî ger çalakiyeke siyasî dike an beşdarî nerazîbûnekê dibe, Hikûmet wê çalakiyê wekî gefeke ewlehiyê pênase dike, paşê sîstema dadweriyê tohmetên pir giran li ser wî kesî de disepîne, û di dawiyê de darvekirin dibe amûra cezakirina dawî.
Dema ceza bi awayekî nehevseng bi ser pêkhateyên neteweyî û komên paşguhxistî yên taybet de tên sepandin, ne tinê divê bipirsin ka kê hat darvekirin, belkû divê bê pirsîn ka çima hin netewe çendîn caran û bi çendîn awayan rastî tundûtîjî serkut û reftarên sîstimatîk dibin.
5. Di pêvajoya destbiserkirinê, îtirafên bi zorê û dadgehkirina girtiyên siyasî de, binpêkirinên herî girîng yên yasayî ku derdikevine hole çiye?
Pirsgirêk li pêş dadgehê û piştî dadgehê dest pê dike: destbiserkirin, astengkirina gihîştina parêzerên serbixwe, girtina dirêj a takekesî, îşkence û givaşên derûnî. Lêkolînên navneteweyî binpêkirinên girîng yên mafên dadgehkirina dadperwerane li Îranê belge kirine, di nav wan de îtirafên bi zorê û astengkirina gihîştina parêzerên ku ji aliyê kesê ku hatiye binçavkirin. Dema tohmetên wekî sîxurî, «dijminatiya digel xwedê » an serhildana çekdarî bi awayekî berfireh rastî cezayên giran tên, çalakiyeke siyasî ya asayî dikare bi hêsanî veguhere tawana ku cezayê wê darvekirin be.
Piştre jî dadgeh xwe jî pirsiyar e. Dozên siyasî yên li Îranê gelek caran ji aliyê dadgehên şoreşê ve tên nirxandin. Çavdêrên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan gelek caran nîgeraniya xwe derheq serxwebûn, şefafiyet û parastina rêkarên dadweriyê de anîne ziman.
Ji ber vê yekê, dema Komara Îslamî dibêje «biryar li gorî yasayê hatiye dayîn», pirsa sereke ev e: gelo yasa bi rêya pêvajoyeke dadwerî ya azad, serbixwe û dadperwerane hatiye sepandin?
Cezayê darvekirinê tenê ji ber ku dadgehekê ew li ser kaxezekê nivîsiye, nikare rewa bê hesibandin. Dema lêkolîn, belge, gihîştina parêzer û dadgehkirin bixwe di bingehê xwe de tên binpêkirin, ew qanûnîbûna ku dewlet îdia dike nikare nedadperweriya vê pêvajoyê veşêre.
6. Komara Îslamî cezayê darvekirinê wekî amûreke givaşên siyasî û serkutê bi kar tîne. Ev siyaset çiqas dikare vê rêjîmê biparêze?
Darvekirin dikare tirsê biafirîne û tirs jî dikare ji bo demeke kurt nerazîbûnan bêdeng bike. Lê givaş û zordarî nikare sedemên siyasî, civakî û aborî yên krîzekê çareser bike.
Dibe ku Komara Îslamî bikaribe bi darvekirina kesekî bêdeng bike, lê nikare wan nerazîbûnan mat bike. Nikare daxwazên maf, azadî, wekhevî, rûmet û beşdariya siyasî ya jinan pêk bîne.
Bi rastî, bikaranîna îdamê dikare encamên berevajî hebe. Her îdam malbateke din a xemgîn çêdike, di hizra wan de dimîne.
Dewlet hewl dide pirsgirêkên siyasî veguherîne dosyayên ewlehiyê û paşê jî sîstema dadwerî ya sûcdarkirinê ji bo jinavbirina dijberên xwe bi kar tîne. Lê ev yek nakokiya bingehîn a di navbera civakê û dewletê de ji holê ranake.
Serkutkirin dikare alîkariya rejîmekê bike ku di demeke diyarkirî de li ser desthilatê bimîne. Herwisa dikare îro pêşî li berfirehbûna nerazîbûnê bigire. Lê ev yek digel seqamgîrî û rewayetiyê cuda ye.
Di dawiyê de, pirsa bingehîn ew nîne ka gelo îdam dikarin sibê pêşî li hilweşîna Komara Îslamî bigirin an na. Dibe ku ew demkî bikare biparêze ya kontirol bike, Lê pirsa girîngtir ev e: gelo sîstemeke siyasî dikare bi rêya tirsê paşerojek domdar ava bike? Ez bawer nakim ku bikaribe.
Spas bo xatû Şilêr Bapîrî