Bazara sêvan li parêzgeha Urmiyê di demsala berhevkirina îsal de bi zêdebûna têçûyên berhem anîne û pirsgirêkên firotina vê berhemê re rû bi rû ye.
Pêka dawî amaran rêjeya sêvan a parêzgeha Urmiyê digihîje nêzîkî milyonek û 400 hezar tonî, ku ji vê rêjeyê nêzîkî 400 hezar ton sêvên pîşesazî yan heman sêvên bindarê ne.
Li gorî rapora Ajansa Tesnîm, di 2ê Xezelwerê de, bihayê her kîlo sêva bindarê li hin navendên kirînê gihîştiye nêzîkî 5 heta 8 hezar tumenî; di heman demê de bihayê kirînan li gorî rêketinan 14 hezar tumen neqdî û 17 hezar tumen bi danîna pereyan di nav sê mehan de hatibû ragihandin. Ev cudahiya nirxan nîgeraniya baxçevanan liderheq firotina wan berheman û qerebûya têçûyan wan zêde kiriye.
Têçûyên xwedî baxan pêk tên ji heqê kedkaran û kûd û dermanên hewce, avdaniyê, sîpên helgirtinan, veguhastin, sûrtîng û helgirtina wan di serdxaneyan de ku her yek ji wan di îsal de nirxê wan çend qat bi berawird digel sala derbasbûyî zêde bûye, weke mînak nrixa her yek sîpeyên pilastîkî di niha de 100 hezar tumen e.
Herwisa pêka raporan li piraniya cihên parêzgeha Urmiyê de hatiye ragihandin ku heqê rojane ya kedkaran 2 milyon û 500 hezar toman e. Herwisa ji aliyek din yek ji çalakvanên qada çandiniyê têçûna berhemanîna her kîlo sêv nêzîkî 50 hezar tumen texmîn kiriye; ev hejmar li gorî cureya berhemê û şertên baxan jî diguhere.
Herwisa ji aliyek din hinardekirina sêvan jî kêm bûye. Li gorî amarên ku ji aliyê Wezareta Cîhada Çandiniyê ve hatine weşandin, hinardekirina sêvên Îranê heta destpêka meha Rezberê nêzîkî 90 hezar ton bû; lê di heman heyama sala borî de ev hejmar 203 hezar ton bû. têçûya veguhastinê û parastina berheman di sardxaneyan de jî givaşên zêdetir li ser milên xwedî baxan dadinê, bi taybetî dema ku firotina berhemê dereng dikeve.
gelemperiya wan faktorên hanê nîşan dide ku pirsgirêka baxçevanan tenê kêmiya bihayê sêvên bindarê nîne; zêdebûna têçûya berhevkirin û amadekirina berhemê, dijwariya firotinê û kêmbûna hinardekirinê jî dahata wan dixe bin metirsiyê de û di niha de ev berhem bo xwedî baxan bûye zirar.