Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Îran ber bi rûbirûbûnek giştgîr pêngavan davêj in

13:07 - 25 Çirriya pêşîn 2026

Raportek rojnameya Niyoyork Taymizê, eşkere dike ku gef û zanyariyên hewallgîrî yên taze, Waşingtin û Tehran xistine hestiyartirîn qonaxa …û egera destpêkirina şerek giştgîr li deverê bilind bûye.

Niyoyork Taymizê li zarê berpirsên bilind ên Amerîkayê ve ragehand ku Tehran pilan bo biamancgirtina dîplomatkar û balyozên Amerîka li rojhelata naverast û tenanet li navxweyê Amerîkayê de jî gihaye qonaxa cîbicîkirinê.

Li hember de, Waşingtinê berhevdan bo encamdana berfirehtirîn êrîşa serbazî dike, berpirsên Fermandehiya Navendî a Amerîka ( SENTKOM)ê bankek berfirehe amancên xwe amade kiriye ku jêrxana enerjî û navendên girînge abûriye Îranê li xwe digre, hevdem Donald Tiramp ragehandiye bi wan zûkatiyan hember bi destpêkirina kiryarên serbazî biryarê dide.

Wê rojnamê nivîsiye ku hilbijartinên pêşwext ên Amerîka û Îsraîlê bandor li ser berhevdan û mijarên serkirdên herdu welatan dibe û pêşbînî kiriye ku Natanyaho tenanet li egera şikest li hilbijartinê de, bîr li encamdana êrîşek dawî bike û Tiramp jî dixwaze nîşan bide ku desthilat û şikoya wek fermandeyê giştî kêm nebûye.

Ji aliyekê din ve, du berpirsên ewlehî û berpirsek sipaha terrorist a pasdaran bo Niyoyork Taymizê eşekere kiriye ku dîplomatkarên Amerîka xistine nav banka amancan û gefa têkdana kabilên jêr deryayî ên Înternêtê û jêrxana enerjiya deverê dikin.

Herwisa Mehdî Mihemedî, Şêwirmendê Qalîbaf ew qonax bi şerê Man û Nemana Îranê binav kiriye.