Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjêm îtiraf bi rewşa gelek xirab a jiyana xelkê Îranê dike

13:14 - 25 Çirriya pêşîn 2026

Mesûd Pizişkiyan, serkomarê rêjîmê li rêûresma destpêkirina hejmara heşîmet û avahiyan de bi eşkere îtiraf bi vê yekê kir ku piraniya xelkê Îranê pirsgirêka nanê şevê hene, anku nikarin nanê hewce bo jiyana xwe dabîn bikin.

Serkomarê rêjîmê hewl da ku rewşa xirab a jiyana xelkê bêxe stuyê şer û rewşa ne şer û ne aşitiyê û hewl da neşiyan û kêrnehatina xwe û berpirsên rêjîmê perdepoş bike li halekê de xwe serkomarê rêjîmekê ye ku bi kabîneya xwe birêveberiya Îranê li stuyê xwe girtine lê di cihê avedanî, welat kawil kirine.

Herwisa navbirî îtiraf bi kêrnehatîbûn û neşiyana xwe li biryardanê kir û gotiye ku li rewşa nexuya de em nikarin bernameyekê darêjin dibe em diyar bikin ku dibe em çi bikin.

Axaftinên serkomarê rêjîmê rasterast dide xuya ku qeyrana biryardanê li nav berpirsên rêjîmê li asta herî dijwar de ye.