Belavoka Hîl, pêka gotina çavkaniyên agehdar belav kiriye ku CENTCOMê, bijardeyên êrîşkirina bo ser rêjîma Îranê amade kirine û egera vê heye piştî hilbijartinên nîvdoreya Kongireya Amerîkayê bêne kirin.
Pêka gotina çavkaniyên Agehdar bijardeyên êrîşkirinê bo “Pît Heksêt”, Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê hatine şandin û birêveçona wan bijardeyan girêdayî bi biryara Koşka Sipî ye.
Girêgorî Burû, karnasê karûbarê Îranê li girûpa Awrasiyayê de gotiye ku egera destpêkirina êrîşên Amerîkayê bo ser rêjîma Îranê piştî hilbijartinên Amerîkayê gelek zêde ye û egera vê heye Amerîka bo neçarkirina vê rêjîmê bi lihevkirinê, givaşa serbazî bo ser rêjîmê zêde bike.
Pêka raporên belavbûyî Amerêkayê zêdetir ji 50 hezar serbaz û zêdetir ji 20 gemiyên şerker û 3 gemiyên balafirhilgir li Rojhilata Navîn de hene û Amerîka hêj hêza zêdetir jî bo Rojhilata Navîn dişîne.