Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha Netewî ya Îspaniyayê rêjîma Îranê bi piştevanê terorîstan binav kir

13:23 - 25 Çirriya pêşîn 2026

Dadistanê Netewî yê Îspaniyayê li encama dawî lêkolînên dosya terorkirina “Alxo Vîdal Koadras” cihgirê berê yê serokê Parlemana Ewropayê li bajarê Madrîdê li Îspaniyayê 7 tohmetbarên vê dosyê bi tawanbar nas kirin û daxwaza sizaya girtîgeha 27 sal bo tawanbarê yekem, 23 sal girtîgeh bo 2 terorîstê duyem û 20 sal bo 4 terorîstên din û 10 sal bo terorîstekî din kir.

Vê dadgehê, rêjîma Îranê bi hander û aliyê pişt vê terorê binav kir û da zanîn ku rêjîma Îranê li operasiyonên nihênî bo bi dûketin, tirsandin û heta terorkirina dijberan, cudabîran û rexnegiran li derveyî sînorên Îranê de rol heye.

Dadistaniya Îspaniyayê, terorkirina “Alxo Vîdal Koadras” bi beşek ji kiryarên terorîstî yên rêjîma Îranê li derveyî sînoran binav kiriye ku bo bidûketin û terorkirina dijberan dike.

“Alxo Vîdal Koadras” li heyva Xezelwera 1402 a Rojî de li bajarê Madrîd li Îspaniyayê hate terorkirin lê bi hevkariya hêzên bihawarçonê bi birîndarî ji mirinê rizgar bû.