Roja Yekşemî 25ê Çiriya Pêşîn, malnişînkiriyên pîşeya Pola li Îsfehanê li rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.
Li bajarê Kerecê de jî ajotvanan li derheq destnekevtina gazoîl û rêzên dirêj ên sekinîn bo vergirtina gazoîlê û xuyanebûna dabînkirina şewatê li paşerojê, nerizayetiya xwe dane xuya.
Li bakûrê Xurasanê jî werzêran nerizayetiya xwe li derheq sozên çewt ên berpirsên pêwendîdar bo kirîna Tirî ji werzêran dane xuya û ragihandin tevî ku çendîn soz bi wan hatine danê, Tirî ji wan nehatiye kirîn û li destê wan de maye.
Herwisa 14 ajotvanên kamiyonan nerizayetiya xwe li derheq xuyanebûna qedera 14 kamiyon ji berhemên werzêrî yên bajarê Urmiyê li sînorê Rêmedanê li sînorê Pakistanê dane xuya û ragihandine piştî derbasbûna zêdetir ji mehekê, kamiyonên wan li wî sînorî de sekinîne û ne berpirsên pêwendîdar û ne xwdiyên wan berheman bersiva wan nadin û şewata kamiyonên wan ret bûye û barê li wan kamiyonan de xirab dibe û kes bersiva wan nade.