Muhsin Zengene, endamê komîsiyona bername û bûdce ya meclîsa rêjîmê bi rohnî ragihand: “li kombûnên me digel endamên kabîneya rêjîmê ti bernameyek bo kontrolkirina teweromê û parastina nirxa dirafê Îranê nayê baskirin û rêjîm û banka navendî îtiraf bi teweroma 80 heta %90 piştrast kiriye, lê ti rêkarek an rêçareyek nedane xuya”.
Herwisa wî endamê meclîsa rêjîmê gotiye: “nirxa Dolar 250 hezar bûye, lewma sala bê bi teweroma %80 dibe nirxa Dolar bigihîje 400 hezar tumenî û ew asayî ye”.
Herwisa Navbirî got: “baca ser xelkê dê %70 zêdetir bibe li halekê de geşeya aborî li Îranê sifir e”.
Axaftinên wî nûnerê meclîsa rêjîmê li halekê de ye ku ticaret li piraniya bazaran de sekiniye, xelkê şiyana kirîna hewcehiyên xwe nînin û ev rewş roj bi roj dijwartir dibe û xuya nîne heta çi astekê dê berdewam be.