Pêka raporên belavbûyî li bajarê Ehwazê, spaha pasdaran a terorîst parka jinan a bi navê “Şehrvend” a vî bajarî kiriye binkeya serbazî û wek enbara çekên giran û nive giran û navenda pewerdeya serbazî ya girûpên kirêgirtî yên bi navên canfeda bi kar tîne.
Ev kiryarên hovane yên rêjîmê ku dixwaze xelkê wek metral bi kar bîne, jêr çavdêriya spaha pasdaran a terrorist, bi taybet besîcên rêjîmê bi rê ve diçe û pêka wêneyên li nav vê parkê, lançêrên mûşekan û enbarên cebilxane li pişta dîwaran û li nav darên vê parkê de hatine cihgîrkirin û dehan kirêgirtiyên rêjîmê bo parastinê li wir cihgîr kirine.
Spaha hêz û cebilxane û navenda xwe bo xwndingehên li taxa Zeytûn a nav bajarê Ehwazê, veguhastiye.
Bi wî awayî, hem xwendingeh û hem parka taybet a cihê bêhnvedan û geriyana jinan a bajarê Ehwazê bûye cihê mana hêz û cebilxaneya spaha pasdaran a terorîst û taqimên bi kirêgirtiyên vê û xwendevan û jin wek mertalê zindî têne bikaranîn.