Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdia û gefxwarinê berpirsên rêjîmê berdewam in

08:29 - 26 Çirriya pêşîn 2026

Berpirsên rêjîma Îranê ku bi lahî û hawarbirin bo welatên derdor û Çîn û Rûsiyê bo sekinandina şerê Amerîkayê digel rêjîmê, lê li ragihandinan de dest ji gefxwarin û îdiayên xwe yên çewt bernadin û îdia dikin ku bi ti awayek siyaseta xwe naguherînin.

li vê derheqê de Ebas Îraqçî, wezîrê derve yê rêjîmê tevî îşarekirin bi egera destpêbûna şer digel Amerîka û Îsraîlê, gotiye ku çi şer biqewime û çi neqewime, siyaseta rêjîmê bi ti awayek naguhere û bo piştî şer jî bername dariştine.

Herwisa pasdarê terorîst Mihemedbaqir Qalîbaf, serokê meclîsa rêjîmê jî îdia kiriye ku ji şer natirsin û amadeyê bersivdan bi her êrîşekê bo ser rêjîmê ne û bersiva wan dê gelek zêdetir ji çavrêtiyê be û şerê berfireh pirsek nîne ku dest ji daxwaziyên xwe hilgirin.

Navbirî îdia dike ku ti gotinek nû bo Amerîkayê nine û li îdiayek cihê pêkenînê gotiye ku dibe Amerîka li cehda xwe rizgarkirina ji şer be.

Îdia û gefxwarinên wan berpirsên rêjîmê li halekê de ye ku roja pêştir serkomarê rêjîmê bi rohnî ragihand ku şiyana dariştina bername û çarserkirina pirsgirêkan bi sedema rewşa necihgîr û nerohn nînin û piraniya xelkê Îranê nikarin nanê şevê bo malbatên xwe peyda bikin.